BasNews - Wekîlê Mîrê Êzdiyan Mîr Cehwer Elî Beg, diyar kir ku hemû miletê me nexasime jî xelkê Şingalê bi rêya aştiyane bi dengdanê gotin belê bo serbixweyiya Kurdistanê û me dewleta kurdî divê.
Bi minasebeta 3 saliya referandûma serbixwebûna Kurdistanê Mîr Cehwer Elî Beg, ji BasNewswê re axivî û got: "Her demê dewleta kurdî were damezirandin û ragihandin dê pêgeha êzdîyan bihêztir bibe û milletê me yê êzdî ji fermanan rizgarbin ku milletê me yê kurd hemû pêkve çûne ser sindoqên dengdanê û bi rêya aştiyane bi dengên belê bo serbexwiyaya Kurdistanê ji hemû dewletên cîhanê re gotn em dikarin hukmê xwe bikin. Me dewleta kurdî divê, em şanaziyê bi vê roja mîjûyî dikin. “
Herwiha Mîr Cehwer Elî Beg, aşkera kir, çi caran xewnên milletê me namirin dê her rojek were dê kurd bibin xwedî dewlet û Şingal dê bibe parêzgehek bi ser Herêma Kurdistanê û dê wê demê êzdî dê ji derdeserê û fermanan xilas bibin ku di dirêjehiya dîrokê de êzdî rastî gelek komkujî û fermanan hatine.