BasNews- Endamê Mekteba Siyasî yê Tevgera Îslamî Enwer Enebî derbarê 3 saliya referandûma serxwebûna Kurdistanê de dibêje ew kesê hest bi berpirsiyarî bike nikare dijayetiya referandûma serxwebûna Kurdistanê bike û referandûm bûye şanazî bo gelê kurd.
Îro roja înê 25.09.2017an 3 sal bi ser referandûma serxwebûna Kurdistanê re derbas bû. Li Herêma Kurdistanê û herçar parçeyên Kurdistanê kurd peyaman bi minasebeta yadkirina referandûmê belav dikin. Endamê Mekteba Siyasî yê Tevgera Îslamî Enwer Enebî ji BasNewsê re axivî û derbarê referandûmê de got: “Belê îsal yadkirina referandûm bi giştî û bihêzî kiriye û xelk ji ser torên medyaya civakî û li derve referandûmê pîroz dikin û referandûm bûye şanazî bo gelê Kurdistanê û heta kurd hebin û wê piştevaniyê li referandûmê bikin.”
Herwiha Enwer Enebî got:"Li vir û li wir hin kes dibêjin em ligel referandûmê nebûn. Nabe ti kes ji berpirsiyariya referandûmê bireve û heta referandûm nebe armanc kurd wê bisernekevin. “