Serkirdeyekî Şûî: Refarandûm bi serkeftî hatkirin û di dema guncaw de wê kurd bigihên mafên xwe Serkirdeyekî Şûî: Refarandûm bi serkeftî hatkirin û di dema guncaw de wê kurd bigihên mafên xwe
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serkirdeyekî Şûî: Refarandûm bi serkeftî hatkirin û di dema guncaw de wê kurd bigihên mafên xwe

BasNews- Berpirsê Komîteya Parêzgeha Silêmaniyê Hizba Şûî ya Kurdistanê Goran Hûsên ragihand, referandûma serxwebûna Kurdistanê di proseyeke guncaw de bi serkeftî hatkirin û di dema guncaw de wê kurd bigihên mafên xwe.

Îro roja înê 25.09.2020an 3 sal bi ser referandûma serxwebûna Kurdistanê de derbas bibe. Berpirsê Hizba Şûîya Kurdistanê li Silêmaniyê Goran Hûsên ji BasNewsê re axivî û got: “Referandûm proseyekê dîrokî û mezin û guncaw bû.Gelê kurd wê îro yan sibehê biguhê derencama referandûma serxwebûnê. Pêwîste gelê me li ser mafê xwe têkoşîna xwe bidomîne.  Divê referandûm hertim di bîra xelkê Kurdistanê de be. Aliyên siyasî, rêxistinên mafê mirovan ê kurdan bo biserxistina referandûmê kar bikin. “

Herwiha Goran Husên tekez jî dike nabe aliyên siyasî referandûmê weke muzayedeya siyasî bikar bînin û erkê hemû aliyên siyasî yên kurd e ku bo duristkirina dewleteke serbixwe kar bikin û dewleteke serbixwe ava bikin.