Kurd bi tevayî ji encama Referandûmê re xwedî derdikevin… Kurd bi tevayî ji encama Referandûmê re xwedî derdikevin…
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Kurd bi tevayî ji encama Referandûmê re xwedî derdikevin…

İbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê beriya 3 salan (25. 09. 2017) hat li dar xistin. Referandûma Serxwebûna Kurdistanê gelek serkeftî bû. Neteweya me ji %93-4an di referandûmê de “êrê” gotin. Ew tê wê wateyê ku hemû kurdan li Başurê Kurdistanê  dewleta serbixwe dixwazin.  Lewra di referandûmê de hatibû pirsîn ku “gelo hûn dewleteke serbixwe dixwazin û an dewleteke serbixwe naxwazin.” Gelê me got ku “ez dewleteke serbixwe dixwazim.”

Kurdên hemû beşên din û kurdên li dinyayê dijîn jî ji referandûmê re bûn piştgir,  di encamê de wan jî  daxwaza dewleta serbixwe ya Kurdistanê re gotin “erê”.

Her çiqas piştî serkeftina referandûmê, dewletên kolonyalîst û Haşdî Şabî (Hêza İranê)  û beşekî YNKê (Hevalên Îranê)  û PKKê (hevalên çar dewletên kolonyalîst) bi êrişeke mezin xiyanetî li encama referandûmê kirin û Kerkuk îşgal jî bû, hemû kurd ji encama referandûma serxwebuna Kurdistanê re her seat, her roj, her meh, her sal xwedî derketin. Ew xwedîderketina kurdan îro jî gelek zindî ye. Hemû kurd ji bona ku encama referandûma serxwebûna Kurdistanê pêk bê û cîbicî bibe xebat dike.

HJer kurdekî Encama referandûma serxwebûna kurdistanê ji bona xwe kiriye stratejiyeke diyar. Hemû kurd û beşên Kurdistanê gor şertên xwe ji bona encama referandûmê xebat dimeşînin.     

BERIYA REFERANDÛMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ ÇI QEWIMÎN Û ÇEWA BIRYAR HAT GIRTIN?

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê di gelek qonaxên dijwar re derbas bû. Biryara referandûmê gelek zehmet hat girtin. Lewra li Kurdistanê nekokiyên siyasî û partiyan zêde bûn. Midaxelayên dewletên kolonyalîst û bi taybetî jî bandora Dewleta Îslamî ya Kolonyalîst a Îranê zêdetir bû.

Bi hewildan û înisîyatîfa Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, di encamê de YNKê qane bû û di derbarê referandûmê de biryar da. Ev biryara YNKê gelek girîng bû. Piştî biryara YNKê, ji derveyî Komala Îslamî û GORANê hemû partî û dezgehên Kurdistanê ji referandûma serxwebûna Kurdistanê re “erê” gotin.

Di 7ê Hezîrana 2017an biryar hat girtin ku referandûma serxwebûna Kurdistanê çê bibe.

Piştî vê qonaxê jî, ji bona ku Serokê Kurdistanê û Serokatiya Kurdistanê dev ji referandûmê berde, hewildaneke xûrt û êrişkeriyekê dest pê kir. Lê qerardariya serokatiya Kurdistanê bû sedem ku paşve gav nayê avêtin.

Ev car jî, dijminên referandûmê  ji bona ku pêşiya referandûmê bigrin dest bi êrişên  provakatîv kirin. Di van êrişan de jî bi serneketin.

Di hemadem de dewletên mezin Emerîka, Engilîstan û.w.d ji bona ku referandûm paşve bê xistin hewildeneke xûrt meşandin.

Serokê Kurdistanê û serokatiya Kurdistanê li hemberî vê daxwazê pêşniyarên xwe yên stratejîk pêşkêş kirin. Lê ew pêşniyarên wan nehatin pejirandin. Loma jî Serokê Kurdistanê û serokatiya Kurdistanê jî paşve gav neavêtin. Ji bona referandûma serxwebûna Kurdistanê hemû amadekariyên xwe kirin.

Di 25ê îlona 2017an de bi awayekî gelek demokrat û kêfxweşî referandûma serxwebûna Kurdistanê hat li dar xistin.

Hemanşev bir giştî encam derketin ku Kurdistaniyan ji bona Dewleta Kurdistanê “erê” gotiye. Piştî du rojan jî encamên fermî diyar bûn ku Kurdistaniyan ji %93-4an ji Dewleta Kurdistanê re “erê” gotine.

Di şertên neasayî de beşdarî jî gelek baş bû. Ji sedî 73ê bû.

BI REFERANDÛMÊ LI KURDİSTANÊ ŞOREŞEKE SİVİL Û MİLÎ Û DEMOKRAT A GEL QEWIMÎ...

Encama referandûma serxwebûna Kurdistanê pîroz û dîrokî û civakî û girîng e. Divê ev encaman baş bên analîz kirin.

Divê em bi serbilindî diyar bikin ku li Kurdistanê neteweya kurd û tevayî kurdistaniyan Şoreşeke Sivîl û Milî û Demokrat a Gel pêk anîn.  Encama vê şoreşê li Kurdistanê qonaxeke nû dest pê kir. Kurdistaniyan di ser 200 salî re bazdan. 

Piştî referanbdûmê gûhertin û reformên esasî ji bona kesan, dezgehên dewletê, berpirsiyarên Kurdistanê û partiyên siyasî di rojevê de bûn. Kes, berpirsiyar, dezgeh û partiyên ku di xwe de gûhertin nekin, nikarin di dema nû de li ser piyan bisekinin.

Encama referandûma serxwebûna Kurdistanê diyar bû ku Serokê Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê û Partiyên Kurdistanê û Tevayî Berpirsiyarên Kurdistanê xebatek baş û hêja û bi plan meşandine.

Encama referandûmê derxist holê ku Meclîsa Bilind ya Referandûmê gelek teknîkî û elektronîkî kar kiriye. Loma jî di demek kurt de encamên referandûmê bi awayekî fermî û şeffaf hatin diyar kirin.

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê yekîtiya kurdistaniyan û neteweya kurd pêk anî. Diviya bû ew yekîtiya bi awayekî plûral û demokratîk bihata domandin.

Encama referandûmê derxist holê ku Kurdistan welatekî gelek aram e. Loma jî li Kurdistanê di şertên gelek dijwar de hîç bûyerek û pevçûnek di dengdanê de pêk nehat. Ev yeka jî, serkeftina hêzên ewlekariyê diyar dike. Piştî referandûmê arambûna Kurdistanê girîngtir bû. Hîç şik tune ye ku parastin û hêzên ewlekarî dê di vê qonaxê de jî vatiniyên xwe anîn cîh.

Encama referandûma serxwebîna Kurdistanê derxist holê ku kurdistanî Dewleta Kurdistanê dixwazin; ew dewleta jî divê dewleta hemû kurdistaniyan be. Ne bes dewleta kurdan be.

Dewlet, demokrat û federal û parlamenter be.

Di heman dem de bi encama referandûmê, siyaseta stratejîk a Kurdistanê a serok Barzanî “erê” bû.

Kurdistaniyan carek din di hemandem de deng dan serokê Kurdistanê. Meşruîyet û seroktaiya wî “erê” kirin.

PIŞTÎ REFERANDÛMÊ DIVIYA BÛ DEWLET BI LEZ BÊ ÎLAN KIRIN. LÊ NEBÛ, PİŞT RE KERASETÊ DEST PÊ KIR…

Divê Dewleta Kurdistanê piştî referandûmê bi lez bihata Îlan kirin. Diviya bû ku ji bûna dewletavakirinê pêvajoyê dest pê bikira. Lewra wê demê di navbeyna Kurdistan û Erebên Mezhebî ya Iraqê de sînor dihat kişandin û rewş zelal dibû.

Dewleta Federal bi her awayî îflas kiribû. Di parlamentoyê de gûh nedidan parlamenterên kurd. Dema biryar tên girtin, bîra dikin ku ev dewleta dewleteke mişterek e.

Tê zanîn ku li hemberî Kurdistanê çar dewletên kolonyalîst wek di dema Otonomiya Kurdistanê de li Cezayîrê îtifaq çêkin, hewildenê dest pê kiribû. Loma jî di hemandem de li hemberî îtifaqa çar dewletên kolonyalîst, bi dewleta serbixweê xebat kirin hîn zelal û hêsan dibû.

Dewlet îlan kirin rewşa dinyayê û dewletên ku Dewleta Kurdistanê “erê” bikin jî zelal dikir.

Hezar mixabin ev stratejiya pêk nehat.

Dewletên kolonyalîst û hevalbendên  wan yên Kurd li hemberî dewleta Kurdistanê şer îlan kirin. Di wî şerî de bi îşgalkirina Kerkukê bi serketin.

Piştî îşgala Kerkukê xwestin ku Hewlêrê jî îşgal bikin. Di şer de şikest xwarin. Pêşmergeyên Kurdistanê serkeftî bûn.

Lê îşgala Kerkukê jî encama referandûmê nikarî ji holê rake. Ew tiştekî gelek baş e. Divê her kurdek û berpirsiyarên Herêma Federe yên Kurdistanê di xebata xwe de her dem encama referandûma serxwebûna kurdistanê bidin ber çav.

Diyarbekîr, 24. 09. 2020