Biryar Koyî
BasNews – Serokwezîrê herêma Kurdistanê ragehand, di heyama salekî de hikûmeta herêma Kurdistanê 33 milyon dolar bo kirîna dermanên nû yên taybet bo çareseriya penceşêrê cuda kiriye.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand: ‘’Em kar li ser çareserî û dermanên taybet ên penceşêrê dikin bo jiyana xelkê rizgar bikin.’’
Serokwezîrê herêma Kurdistanê got: ‘’Li ser asta cîhanê penceşêr sedemê serekî yê mirinê ye, lê çareseriya zû dikare xelkê biparêze. Di heyama saleke borî de zêdetirî 33 milyon dolar me cuda kiriye bo kirîna dermanên nû yên taybet çareseriya penceşêrê.’’