Kelar…Ji ber bûyerekî hatûçûnê ajokarekî jin jiyana xwe ji dest da Kelar…Ji ber bûyerekî hatûçûnê ajokarekî jin jiyana xwe ji dest da
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Kelar…Ji ber bûyerekî hatûçûnê ajokarekî jin jiyana xwe ji dest da

Lêdwan Ebdulrehman

BasNews – Rêveberiya polîsê îdreya Germiyanê ragehand, jineke ajokar ji ber bûyerekî hatûçûnê ya di rêya navbera Kelar û nahyeya Rizgarî de jiyana xwe ji dest daye.

Li gor daxuyaniya polîsê Germiyanê, Îro 24.09.2020ê li ser rêya Kelar û nahyeya Rizgarî de bûyerekî hatûçûnê ya li hevdana du otomobîlan pêkhatiye.

Herwaha hat ragehandin, di encama wê bûyerê de ajokarê jin û du kesên din birîndarbûn û ew ji nexwaşxaneya Şehîd Hejar a li Kelarê re hatin rakirin, lê ajokara jin a bi navê Şîlan Mihemed Xefûr a dayîkbûya sala 1994ê û rûniştvana qeza Kelarê, ji ber birîna wê giranbû ji nexwaşxaneya Silêmanî re hat şandin û li wê derê jiyana xwe ji dest daye.

Li gor heman daxuyaniyê naha şofêrê otomobîla din bi biryara dadwer û li gor madeya 24 a hatûçûnê hatiye girtin.