Dr. Saman Berzincî: Serokê hikûmetê piştevanî û dabînkirina pêwîstiyên tenduristiyê berdewam dike Dr. Saman Berzincî: Serokê hikûmetê piştevanî û dabînkirina pêwîstiyên tenduristiyê berdewam dike
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Dr. Saman Berzincî: Serokê hikûmetê piştevanî û dabînkirina pêwîstiyên tenduristiyê berdewam dike

Geşbîn Hewlêrî

BasNews – Wezîrê tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê piştevanîya temam dide sektora tenduristiyê û hemû pêwîstiyên tenduristiyê bo me dabîn kirine û piştevaniya wî bo vê sektorê jî berdewam dike.

Wezîrê tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ji basnewsê re ragehand, serdana serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo çend nexweşaxaneyakan û di wan de jî navenda beşa lezgîn û navenda banka xwînê jî hebûn, ev yek tê wê wateyê ku ji nêzîk ve çavdêriya sektora tenduristiyê û rewşa tenduristiya hemniştimaniyên herêma Kurdistanê dike.

Dr. Saman Berzincî teqez jî kir, serokê hikûmetê ji wan re ragehandiye, piştevanî kirin û dabînkirina pêwîstiyên tenduristiyê û bilind kirina asta sektora tenduristiyê li herêma Kurdistanê berdewam dibe.

Wezîrê tenduristiyê got, ji ber nirxdayîna hikûmetê bo vê qadê, nûnera Netewên Yekbûyî û Rêxistina Tenduristiya Cîhanî jî tedbirên hikûmetê bo tekoşîna hember vîrusa korona guncaw pênase kirin.