Arif Ruşdî: Parlamenterên Iraqçî, ji erebên şoven xiraptir dijatiya Kurdistanê dikin Arif Ruşdî: Parlamenterên Iraqçî, ji erebên şoven xiraptir dijatiya Kurdistanê dikin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Arif Ruşdî: Parlamenterên Iraqçî, ji erebên şoven xiraptir dijatiya Kurdistanê dikin

BasNews – Şêwirmendê politburoya PDKê ragehand, parlamenterên kurd ên Iraqçîtiyê dikin, ji erebên şoven xirabtir dijatiya xelkê Kurdistanê dikin. Daxwaz jî ji partiyan kir sînorekî bo wan daynin.

Îro 24.09.2020ê şêwirmendê politburoya PDKê Arif Ruşdî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Taximekî parlamenter li Bexdayê hene ku dengên xelkê Kurdistanê ve bûne parlamenter, lê dûr û nêzîk ti pêwendiya wan bi daxwazên gelê Kurdistanê ve tine. Bûne kiraseke sor ê ser leşkerên neyarên Kurdistanê.’’

Herwaha daxwaz jî kir, ew partiyên xwedî kesayetiya siyasî, yasayî û civakî ne, sînorekî bo wan gruban daynin. Ji ber ‘’Nabe bi rêya partiyekî ve û bi dengê gel û girseya wê partiye ve bibin parlamenter, lê naha jî bibin mar û bi gerdena xelkê ve xwe alandibin, berî gazind li wan bên kirin, dê li partiya wan gazind bên kirin û ji ber wê jî xeletiyên wan kesan dê li ser partiyên wan bên hesab kirin.’’