Parlamentera kurd li Îranê: Demeke din êdî nanê hişk jî ser sifreya xelkê namîne Parlamentera kurd li Îranê: Demeke din êdî nanê hişk jî ser sifreya xelkê namîne
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Parlamentera kurd li Îranê: Demeke din êdî nanê hişk jî ser sifreya xelkê namîne

BasNews – Parlamentera kurd û nûnerê Merîwanê li Parlamentoya Îranê daxuayniyekî de aşkera kir, giranî, bêkarî û krîza aborî jiyana bi rûmet ji bo xelkê nehêlaye û li xwe mûkirhatina Hesen Ruhanî ya derbarê rewşa giraniyê ti derdekî xelkê derman nake.

Parlamentera kurd Şîwa Qasimîpur îro 24.09.2020ê di daxuyaniyeke bo malpera farsnews axaft û rexneyên tund li rewşa aborî û çarenivîsa nirxê tişta û pêwîstiyên serekî yên jiyanê û bêxemiya hikûmetê kirin.

Parlamentera kurd got: ‘’Serbilindiya dewletê ew e, tiştên jiyanê bi awayekî berfireh bidest bikevin lê bi çi nirxekî? Dema ku xelk hêz û şiyana wî ya kirînê nebe ma bikêrî çi dê.’’

Qasimîpur got: ‘’Li xwe mukirhatina Hesen Ruhanî ya derbarê rewşa giraniyê de ma bikêrî çiyê xelkê tê? Kilîla vekirina pirsgirêkan li kûderêye û çavdêrî û pêdeçûna ya ji bo vê rewşê çiye? Tîkaye kêm behsa berevanî û li xwe mûkirhatinê bikin. Eger ev rewşe waha berdewam bike çend mehên din nanê hişk jî namîne, dest ji goşt û mirîşk û hêk li ser sifreyê berdin xelk nanê hişk jî ser sifreya xwe nabîne.’’