Li Rojava 39 kesên din bi Koronayê ketin Li Rojava 39 kesên din bi Koronayê ketin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Rojava 39 kesên din bi Koronayê ketin

BasNews – Li Rojavayê Kurdistanê 39 kesên din bi Koronayê ketin û gelek nexweşên Koronayê jî baş bûn.

Desteya tenduristiya Rojavayê Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 39 kes li Rojavayê Kurdistanê bi Koronayê ketine û 16 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Li gorî agahiyên desteya tenduristiyê, ew kesên ku bi Koronayê ketine; 10 kes li Hesekê ne, 9 li Qamişlo ne, 7 kes li Dêrikê, 7 kes li Dirbêsiyê, 2 kes li Girkê Legê, 2 kes li Kobanî û 2 kes jî li Şehbayê ne.

Li gorî amarên han, ji duhî de li Rojavayê Kurdistanê ti kes bi Koronayê nemiriye.

Bi vî rengî, hejmara pêketiyên Koronayê li Rojavayê Kurdistanê gihîşt hezar û 343 kesan ku 379 ji wan baş bûne û 55 kes jî mirine.