Rojava – Li Hesekê efserekî îstixbaratê hat kuştin Rojava – Li Hesekê efserekî îstixbaratê hat kuştin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Rojava – Li Hesekê efserekî îstixbaratê hat kuştin

BasNews – Li devera Şedadî ya Hesekê, efserekî îstixbarata Rojava di êrişeka çekdarî de hat kuştin.

Li gorî agahiyên BasNewsê, duhî li devera Şedadî ya Hesekê, otomobîleka dezgeha îstixbaratê ya rêveberiya Rojava rastî êrişa çekdarî hat.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de efserekî îstixbaratê bi nave Dalî Hemo hat kuştin û şofêrê wî jî giran birîndar bû.

Heta niha nayê zanîn ew êriş ji aliyê kê ve hatiye kirin.