BasNews – Berpirsekî berê yê YNKê dibêje, kî li dijî serxwebûn û referandoma serxwebûna Kurdistanê be, xayîn e.
Ev çend roj in bi nêzîkbûna salvegera referandoma serxwebûna Kurdistanê re, hinek kes dest bi dijîtiya referandomê. Yek ji wan kesan, endamê serkirdetiya YNKê Arêz Ebdullah e ku daxwaz kiriye ew kesên ku fermana referandomê dane, bên dadgehkirin.
Li ser vê mijarê, pêşmergeyê dêrîn û cîgirê berê yê berpirsê melbenda YNKê li devera Şarezûr ya Helebcê, Ehmed Qedeferî ji BasNewsê re got, min bi salan xebat kir da ku gelê kurd bibe xwedan statûya xwe. Eger sibê jî referandom be ezê dîsa dengê “erê” bidim.
Ehmed Qedeferî her wiha got, yên ku niha dijîtiya referandomê dikin, roja referandomê dengê “erê” dabûn. Lê niza çima niha wisa dikin! Kurd wisa ne, ti carî şikestê naxin stûyê xwe. Polîtburoya YNKê dikarîbû bêje em beşdarî referandomê nabin. Ma kesî bi zorê ew biribûn ser sindoqan.
Wî berpirsê berê yê YNKê anî ziman, kî beşdarî referandomê bûye divê netîceyên wê jî qebûl bike û got, eger referandom bigihîşta serxwebûnê niha her kesî xwe dikir xwedanê wê. Lê niha dijîtiya wê dikin!
Bi gotina Ehmed Qedeferî, kî li dijî serxwebûn û referandoma serxwebûnê be ew xayîn e.