BasNews – Li Îranê 184 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan û zêdetirî 3600 kesên din jî pê ketin.
Wezareta tenduristiya Îranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 3 hezar û 605 kes li Îranê bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîştiye 432 hezar û 798 kesan.
Wezareta tenduristiya Îranê da zanîn jî, ji duhî de 184 kes jî bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 24 hezar û 840 kesan.
Li gorî amarên han, hejmara nexweşên Koronayê yên ku baş bûne jî gihîştiye 365 hezar û 846 kesan.