BasNews - Wezîrê Derve yê Rûsyayê radigihîne, rûbirûbûna serbazî di navbera rêjîma Sûriyê û opozîsyonê de bi dawî bûye.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji televîzyona erebî ya “al-Arabiya” re ragihand, rûbirûbûna serbazî di navbera rêjîma Sûriyê û opozîsyona wî welatî de bi dawî bûye, tenê 2 navçeyên germ mane. Yek ji wan Idlib e, ku di destê Cebhet El Nusra de ye.
Lavrov da zanîn, hebûna wê grûpê li Idlibê kêm dibe û bi Tirkiyê re li gor hevtêgihîştina Rûsî – Tirkî kar dikin. Niha gerên wan ên hevbeş bi Tirkiyê re li Idlibê li ser riya M4 hatine rawestandin û her dema rewş aram bibe, dubare destpê bikin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê got: Pêwîst nake rêjîma Sûriyê êrişî Idlibê bike. Tenê pêwîst dike li pêgehên terorîstan bidin.
Li ser navçeya din ya germ jî, Lavrov diyar kir, navçeya din rojhilatê Firatê ye. Hêzên Amerîkî bi awayekî ne rewa lê bicih bûne û ligel kurdan bi awayekî ne berpirsyar tevdigerin.
Lavrov got jî: Kompanyayeke petrolê ya Amerîkî jî anîne wê navçeyê û pêwîstiyên xwe ji petrolê dertînin. Bêyî ku rêzê li serwerî û yekperçetîya Sûriyê bigirin.