CNKê piştgiriya darayî li bangeşeya Joe Biden kir   CNKê piştgiriya darayî li bangeşeya Joe Biden kir  
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

CNKê piştgiriya darayî li bangeşeya Joe Biden kir  

 

BasNews- Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê daxuyaniyek derbarê hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de belav kir di wê daxuniyê de ragihand wan piştgiriya darayî li bangeşeya Joe Biden kiriye û piştevaniyê li Joe Bidin dikin.

Herwiha CNKê rexne li politikaya Trump a kurdan jî kiriye û ragihandiye: “Di pêvajoya serokatiya 4 salên derbasbûyi yê Donald Trumpê de gelek caran li ser axa Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên teroristê ve êrîş hatîbûkirin. Trump li hemberê van êrîşan gelek caran bê deng ma û xwedî li destkeftiyên Kurdan derneket. Ji ber vê yekê daxuyaniyên piştgiriya Joe Biden li ser kurdan gelek watedar û biqîmete. “

Daxuyaniya CNKê wiha ye:

Wekî tê zanîn di 3ê Mijdara bê de li DYAyê di navbera Serokê heyî Donald Trump û Joe Bidenê de hilbijartina serokatiyê heye. Bê guman encamên hilbijartinê ji  aliyê gelek kesan ve tê meraqkirin ji ber ko encamên hilbijartinê nêzîkatiyên DYA li ser Rojhilata Navîn û bi taybet li ser Kurdistanê jî diyar bike.

Di pêvajoya serokatiya 4 salên derbasbûyi yê Donald Trumpê de gelek caran li ser axa Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên teroristê ve êrîş hatîbûkirin. Trump li hemberê van êrîşan gelek caran bê deng ma û xwedî li destkeftiyên Kurdan derneket. Ji ber vê yekê daxuyaniyên piştgiriya Joe Biden li ser Kurdan gelek watedar û biqîmete.

Wekî tê zanîn di pêvajoya serokatiya Trumpê de bi pêşengiya DYAyê li dijî teroristên DAIŞ'ê, Hêzên Pêşmerge digel Hêzên Hevpeymanî bajarê wek Kerkûk û bajarên Kurdistanî ku dervayê Herêmê Kurdistanê bûn ji dagirkeriya DAIŞê rizgarkirin. Lê di 16ê Cotmeha 2017an de ev cihên rizgarkirî ji aliyê hêzên tundûrew ya bi navê Heşdî Şa'bî ku girêdayiyê Îranê bûn, digel tanqên Abrams ku DYA dabû Artêşa Iraqê dîsan hatin dagirkirin. Ev dagirkerî darbeyek giran xiste hevkarî û dostaniya dîrokî ya kurd û DYA.

Li aliyekî din jî dîsa di serokatiya Trumpê de li Rojavayê Başûrê Kurdistanê ku bi hezaran salê kurd lê dijîn, bajarên wek Efrîn, Serêkanî û Girêspî ji 2018an heta niha, ji aliyên grubên tundûrew ku Tirkiye piştgiriya van dike hatiye dagirkirin. Mal û xaniyên bi sedhazaran kurdên nişteciyên van bajaran hatiye şewitandin û demografiya van bajaran hatiye guherandin û hîna jî berdewame. Li van bajaran ji aliyê grubên tundûrew ve bi sedan caran binpêkirina mafên mirovan bû û di serî de NY û ji aliyên Rêxistinên Mafên Mirovan ya Navneteweyî ve hate tespîtkirin û di vê mijarê de gelek raport jî hate weşandin. Namzetê Serokê ya Partiya Demokratê Birêz Joe Biden gelek caran rexne li Trump anî û ev wek îxanet binavdikir, ji ber ku hêzên ukrd li dijî DAIŞê her tim digel DYAyê bûn.

Em wek CNKê piştgiriya daxuyaniyên Joe Bidenê dikin û li ser navê milletê kurd bi awayekî sembolîk tevî kampanyaya piştgiriya maddî dibin. Her wiha ji ber polîtikayên Kurd ya Trumpê têkîliyên kurd û DYAyê gelek qels bûye. Em hêvîdarin ev  têkîlî û rewşa xirab ji aliyê Joe Bidenê ve ber bi başbûnê ve biçe û em daxwaz dikin ku weka berê hevkarî û dostaniyê stratejîk bi hêz bibe.

Ciwanên Netewî yên Kurdistanê ( CNK )

Açıklama yok.