BasNews – Li Rojavayê Kurdistanê 58 kesên din bi Koronayê ketin û 3 kes jî pê mirin.
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyeke nivîskî de amarên nû yên Koronayê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên wê rêveberiyê aşkere kir.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser, Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 3 nexweşên Koronayê li herêmê canê xwe ji dest dane, ku 2 kes li Hesekê û kesek jî li Qamişloyê bûye.
Li gor daxuyaniyê, kesên li Hesekê canê xwe ji dest dane, jinek û zilamek û li Qamişloyê jî kesê mirî zilam bûye.
Dr. Ciwan Mistefa daye xuyakirin, ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de 58 haletên nû yên pêketina bi COVID-19 hatine tomarkirin, ku 31 ji wan zilam û 27 kes jî jin in.
Ew kesên ku bi Koronayê ketin, 19 kes li Hesekê, 8 kes li Dirbêsiyê, 7 kes li Dêrikê, 3 kes li Girkê Legê, 2 kes li Amûdê, 2 kes li Kobanî, 8 kes li Reqayê, 8 kes li Şehbayê û kesek jî li Tebqayê ne.
Di 24 demjimêrên bihorî de 16 nexweşên Koronayê jî li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser baş bûne.
Ji destpêkê ve heta niha 1209 kes li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser bi Koronayê ketine, ku 55 kes ji wan canê xwe ji dest dane û 350 kes jî baş bûne.