BasNews – Terorîstên DAIŞ êrişî gundekî Xaneqînê kirin û du kes birîndar kirin. Tê gotin ku terorîst hîn li nav gund de ne!
Berpirsê PDKê li nahiya Gulale ya Xaneqînê, Mehmûd Delo ji BasNewsê re got, îro danê sibê terorîstên DAIŞê ketin nav gundê Um Hunte yê Gulale û êrişî welatiyan kirin.
Mehmûd Delo her wiha got, di wê êrişê de 2 gundî birîndar bûn. Gundî dibêjin 6 çekdarên DAIŞê jî xwe li nav gund de veşartine.
Efserekî Iraqî bi nave Elî Heyder jî ji BasNewsê re got, hêzên Iraqî derdora wî gundi û ew derên ku tê texmînkirin, terorîstên DAIŞê xwe tê de veşartibin, girtine.
Li gorî agahiyên BasNewsê, heta niha jî li derdora gund de dengê guleyan û şer tê bihîstin.