Cîhan- Zêdetir ji 969 hezar kes bi Koronayê mirine Cîhan- Zêdetir ji 969 hezar kes bi Koronayê mirine
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Cîhan- Zêdetir ji 969 hezar kes bi Koronayê mirine

BasNews- Bi hatina demsala payîzê  û sermayê re jimara berketî û miriyên nexweşiya vîrusa Koronayê dîsan bilind dibe.

Heta niha li seranserî cihanê 969 hezar 547 kes ji ber Koronayê mirine û herweha li seranserî cîhanê , 23 milyon û  32 hezar û 671 nexweşên Koronayê baş bûne. Herwiha 31 milyon û 474 hezar û 976 kes jî li seranserî cihanê jî bi Koronayê ketine. 

Heta niha nexweşiya Koronayê herî zêde li van welatan belav bûye: “Amerîka, Hindistan, Berazîl, Rûsya, Peru, Kolombiya, Meksîka, Îspanya, Başûrê Afrîqa, Arjentîn, Fransa, Şîlî, Îran, Brîtanya, Bengladêş, Siûdiye, Iraq, Pakistan, Tirkiye, Îtalya, Filîpîn, Almanya, Endonesya, Îsraîl, Ukranya, Keneda, Bolîvya, Ekwador, Qeter, Romanya, Domenîka, Kazaxistan, Penema, Belcîka, Mexrîbî Erebî, Misir, Kwêt, Hollenda, Uman, Swêd, Gwatîmala, Îmarat, Çîn.”

Nexweşiya vîrusa Koronayê di kanûna sala 2019an li Çînê peyda bû û li seranserî cihanê belav bû.