Banka xwînê ya Duhokê: Ji 4 hezar kesan tenê 90 kesî pilazma xwe daye Banka xwînê ya Duhokê: Ji 4 hezar kesan tenê 90 kesî pilazma xwe daye
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Banka xwînê ya Duhokê: Ji 4 hezar kesan tenê 90 kesî pilazma xwe daye

BasNews – Berpirsê banka xwînê ya Duhokê ragihand, ji 4 hezar nexweşên Koronayê yên ku baş bûne, tenê 90 kesî pilazma xwîna xwe daye wan.

Berpirsê banka xwînê ya Duhokê, Adil Ebdulselam ji BasNewsê re got, li Duhokê nêzîkî 4 hezar nexweşên Koronayê baş bûne. Zêdebarî ku me çend caran daxwaz kiriye lê heta niha tenê 90 kesî pilazma xwîna xwe daye me.

Adil Ebdulselam her wiha got, 100 kîs pilazma jî ji Hewlêrê bo me hatiye şandin. Me hîn jî pêwîstî pê heye.

Berpirsê banka xwînê ya Duhokê dîsa bang li wan kesên ku baş bûne, kir pilazma xwîna xwe bidin banka xwînê da ku bo nexweşên din bikar bînin. Bexşîna pilazmayê ti xeterek bo tenduristiya wan nîne.