Tirkiye- 68 kesên din bi Koronayê mirine Tirkiye- 68 kesên din bi Koronayê mirine
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Tirkiye- 68 kesên din bi Koronayê mirine

BasNews- Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên derbasbûyî de 97 hezar û 416 testên nû hatine kirin, hezar û 538 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, 68 kes bi Koronayê mirine û 1.312 kes jî baş bûne.

Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê Fahrettin Koca roja 19ê Îlonê amarên nû yên derbarê vîrûsa Koronayê de belav kirin. Li gor Koca, hejmara nexweşên di jêr çavdêriya hûr de gehiştiye hezar û 432 kesan û xebata herî zêde ya karmendên tendirûstiyê jî başkirina nexweşên giran e.

Li gor Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 97 hezar û 416 test hatine kirin, hezar û 538 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine, 68 kesan canê xwe ji dest dane û 1. 312 kes jî baş bûne.

Li gor amarên dawî yên Wezareta Tendirûstî ya Tirkiyê, heta niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 9 milyon û 173 hezar û 694 test hatine kirin, 301 hezar û 348 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, 7 hezar û 445 kesan canê xwe ji dest dane, hezar û 432 kes di jêr çavdêriya hûr de ne û 266 hezar û 117 kes jî baş bûne.