Rojhilat- Pasdaran 3 şivanên kurd gulebaran kirin Rojhilat- Pasdaran 3 şivanên kurd gulebaran kirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Rojhilat- Pasdaran 3 şivanên kurd gulebaran kirin

BasNews- Hêzên ewlehiyî yên Îranê li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê şivanekî kurd dikujin û 2 şivanên din birîndar dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan  Hengawê îro roja şemiyê 19.09.2020an raportek belav kir, li gundê Lokan yê ser bi Şino ve, hêzên Îranê şivanekî bi navê Hesen Xendepûr kuşt.

Herwiha Hengawê belav kiriye jî, di encama teqekirina rasterast a hêzên Îranî de, 2 şivanên din jî birîndar bûne.

Hengawê amaje bi wê da, her sê şivanan pezên xwe diçêrandin, dema ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine armanckirin.