Soran- Kesek ket binê bîrêke avê û xeniqî Soran- Kesek ket binê bîrêke avê û xeniqî
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Soran- Kesek ket binê bîrêke avê û xeniqî

BasNews- Êvara îro roja şemiyê 19.09.2020an hemwelatiyek li navçeya Soranê ya Hewlêrê di nava rezê xwe de ket hundirê bîra avê û xeniqî.

Rêveberê Nexweşxaneya Aştî Dr. Hawser Rewandizî, ji BasNewsê re axivî û da zanîn êvara îro roja şemiyê hemwelatiyê bi navê Selîm Behaedîn ku xelkê Soranê ye û temenî qî 39 sal e li binarê çiyayê Hesenbeg di nava rezê xwe de ketiye bîreke avê û li wir koça dawî kiriye.

Herwiha Dr. Hawser Rewandizî tekez jî kiriye ku piştî termê wî hemwelatiyî bo nexweşxaneyê hatiye şandin bo beşa pizîşkiya dadî ya Soranê hatiye veguhestin.

Ligor zanyariyan hemwelatiyekî xwestiye Selîm Bahaedînî ji binê bîrê derxe lê nekariye û ji ber hewleke zêde ew jî bêtaqet bûye û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.