Wezîra koç û koçberên Iraqê daxwaza planekî niştimanî bo parastina jinan dike Wezîra koç û koçberên Iraqê daxwaza planekî niştimanî bo parastina jinan dike
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Wezîra koç û koçberên Iraqê daxwaza planekî niştimanî bo parastina jinan dike

Herman Xalîd

BasNews – Îro 19.09.2020ê wezîra koç û koçberên Iraqê daxwaza danîna planeke niştimanî bo parastina jinên Iraqê kir.

Wezîra koç û koçberên Iraqê Îvan Faîq Cabro di dema beşdarbûna kongreya îslamî ya tekoşîna hember tundiya dijî jinan a li Bexdayê pêkhat de ragehand, naha çerxa teknolojiye û azadiya jinane pir li pêş e û pêwîste bi çavê kêm li jinan nêrandin neyê kirin.

Herwaha got, pêwîste plana niştimanî bo parastina jinan bê danîn û hemahengi li gel sazî û rêxistinên taybet ên jinan ve bê kirin.

Wezîra koç û koçberên Iraqê daxwaz kir yasayekî taybet derbarê jinên rizgarbûyî yên kurdên êzdî yên ji dest DAIŞê hatine rizgar kirin bê derxistin û yasaya ragirtina tundiya hember jinan jî bê pejirandin.

Îvan Cabro got, pêwîste tedbîrên taybet û guncaw bo guhertina awayê jiyana civakî û çanda civakî bên wergirtin.