Efrîn - Çekdarên ser bi Tirkiyê zarokek 3 salî kuştin! Efrîn - Çekdarên ser bi Tirkiyê zarokek 3 salî kuştin!
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Efrîn - Çekdarên ser bi Tirkiyê zarokek 3 salî kuştin!

BasNews - Grubên çekdar ên ser bi Tirkiyê zarokekî kurd ê Efrînî dikujin û du welatiyan jî direvînin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grubên çekdar li nava bajarê Efrînê gule bi ser otombîlekê de berdan. Di encamê de zarokekî 3 salî bi navê Yûsif Osman hate kuştin.

Ji aliyekî din ve, wê rêxistina mafên mirovan ragihand, grûpa Ehrar El Şerqiyê ji roja 10 vê mehê ve jinek revandiye û heta niha çarenivîsa wê ne diyar e. Navê wê jinê Meryem Şêx ye û ji gundê Qêsim yê ser bi navçeya Raco ve ye.

Diyar kir jî, grûpa Polîsa Leşkerî roja 17ê vê mehê welatiyê bi navê Murad Hacî Reşîd ji bajarokê Cindirêsê revandiye. Çarenivîsa wî jî ne diyar e.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, diyardeya teqekirin û avêtina guleyan di nava bajêr de zêde bûye. Gelek caran jî welatiyên sivîl dibin qurbanî.