Berpirsekî Gorranê: Em qebûl nakin parlementerên me bibin peyayê Lahûr Cengî! Berpirsekî Gorranê: Em qebûl nakin parlementerên me bibin peyayê Lahûr Cengî!
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Berpirsekî Gorranê: Em qebûl nakin parlementerên me bibin peyayê Lahûr Cengî!

BasNews – Berpirsekî Gorran dibêje, em qebûl nakin ti parlementerekî me bibe peyayê Lahûr Cengî. Eger tiştekî wisa hebe divê ew ji Gorranê bên avêtin.

Ev çend roj in dndamên firaksyonên Gorranê li parlementoya Iraqê, bi tundî êrişî rêveberiya partiya xwe dikin. Di nav wan de yê ku herî tund êriş dike, Hoşyar Ebdullah e.

Li ser vê mijarê, endamê civata niştimanî ya Gorranê, Nizar Mehmûd ji BasNewsê re got, Gorran li ser şirîkatiya hikûmetê bûye du alî. Aliyek dibêje em dest ji hikûmetê berdin û aliyê din jî dibêje em di nav de bimînin.

Nizar Mehmûd her wiha got, yek ji wan kesên ku destpêkê alîgirê wê bû Gorran tevlî hikûmetê bibe, Hoşyar Ebdullah bû lê niha helwesta wî hatiye guhertin.

Wî berpirsê Gorranê anî ziman, haya wan ji wê yekê heye ku Lahûr Cengî hewl dide aloziyê li nav Gorranê de derxîne û got, xuya dike ku hinek parlementerên me jî ketine xizmeta wî. Eger were îsbatkirin, divê ew ji Gorranê bên avêtin.