Li Şino şivanekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin Li Şino şivanekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Şino şivanekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin

BasNews – Li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê şivanek ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duhî li deverên sînorî yên bajarê Şino, pasdarên Îranê 3 şivanên kurd, ku li ber pezên xwe bûn, dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de şivanek hat kuştin û şivanên din jî birîndar bûn.

Ew şivanê ku hatiye kuştin, xelkê gundê Lolkan li devera Deştebêlê ya Şino û navê wî jî Hesen Xendepûr bû.

Li gorî agahiyan, hetan jî termê wî şivanî di destê pasdaran de ye.