200 hezar geştyaran serdana seyrangehên sînorê Hewlêrê kirine 200 hezar geştyaran serdana seyrangehên sînorê Hewlêrê kirine
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

200 hezar geştyaran serdana seyrangehên sînorê Hewlêrê kirine

Serbaz Qazî

BasNews – Rêveberê geştûguzara Hewlêrê Nerîman Fazil ragehand, di heyama kêmî mehekî de nêzîkî 200 hezar geştyaran serdana navçeyên geştyariya sînorê Hewlêrê kirine, ku piraniya wan li parêzgehên naverast û xwarê yên Iraqê ve hatibûn.

Nêrîman Fazil ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî helgirtina qedexeya hatûçûna navbera parêzgehan û sivik kirina tedbîrên xweparastina li hember vîrusa korona, hejmarek zêde ya geştyaran bi taybet jî li parêzgehên naverast û xwarê yên Iraqê ve serdana navçeyên geştyariyê yên sînorê parêzgeha Hewlêrê kirin.’’

Herwaha got, ‘’Di heyama kêmtir ji mehekî de ango ji 20ê Tebaxê ve heta 15ê Îlonê nêzîkî 200 hezar geştyaran berê xwe dan seyrangeh û cîhên havînê. Bi wî awayî jî sektora turîzmê de tevgerekî baş çêbû û piraniya otêl û mêvanxane û xwaringeh tejîbûn ji geştyaran.’’

Nerîman Fazil got: ‘’Tîmên rêveberiya geştûguzara Hewlêrê di rawestgehan de rênmayiyê didin geştyaran û karasanî bo wan dikin. Ev yek jî bi rêya belav kirina bruşor û posterên taybet û danîna rêveberên geştyariyê li navçeyên geştyarî de pêktê.’’