Rukiye Mistefa
BasNews – Li Rûsyayê hejmara pêketina vîrusa korona geheşt milyonek û 91 hezar û 186 kesan. Hejmara pêketiyên vîrusa koronayê yên jiyana xwe ji dest dane jî geheşt 19 hezar û 195 kesan.
Li gor Navenda Pêşgirî û Kontrolkirina Vîrusa Korona ya Rûsyayê ragehandiye, di 24 demjimêrên borî de 5 hezar û 905 kesên din bi vîrusa korona ketine û bi giştî jî hejmara pêketiyan li wî welatî de geheştiye milyonek û 91. Hezar û 186 kesan.
Herwaha 24 demjimêrên borî de 134 kesên pêketiyên vîrusa korona mirine û hejmara giştî ya pêketiyên jiyana xwe ji dest dane geheştiye 19 hezar û 195 kesan.
Hat ragehandin li Rûsyayê heta naha 901 hezar û 207 kes jî baş bûne û ji wê vîrusê xilas bûne.