Rukiye Mistefa
BasNews - Li bakurê rojhilatê Nîjeryayê di êrîşeke çekdarî ya rêxistina terorîst a Boko Haram de 11 gundiyan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor çavkaniyê herêmî ragehandine li gundê Wesaram ê 90 kîlometreyan nêzîkî Maidugurî, çekdarên rêxistina Boko Haramê ketober gule li gundiyan berdane û di êrîşê de 11 gundiyan jiyana xwe ji dest dane, gelek kes jî birîndar bûne.
Piştî êrîşê hêzên ewlehiyê çûn cîhê bûyerê û di navbera hêzên ewlehiyê û endamên Boko Haram de şer derket û hat ragehandin gelek endamên Boko Haramê bi birîndarî reviyane.