Heme Perêşan
BasNews – Li Amerîkayê hejmara pêketiyan zêde dibe û 24 demjimêrên borî de 40 hezar û 154 kesên din bi vîrusa korona ketin.
Li gor amarên dawiyê yên îro 17.09.2020ê bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa korona li Amerîkayê 40 hezar û 154 kesên din lê zêde bûn û geheşt 6 milyon û 788 hezar û 147 kesan.
Hat ragehandin heta naha li Amerîkayê 201 hezar û 348 kesan ji ber pêketina bi vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane û 4 milyon û 119 hezar û 158 kes jî baş bûne.