Li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de 63 pêketiyên din ên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan Li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de 63 pêketiyên din ên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de 63 pêketiyên din ên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan

BasNews - Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 63 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 7 hezar û 249 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 16ê Îlonê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1771 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 296 hezar û 391 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1342 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 262 hezar û 602 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Hejmara nexweşên me jî, hejmara nexweşên me yên giran jî zêde dibin. Miriyên me dilê me dişewitînin. Hejmara başbûyên me, tenê bi tedbîran dikarin hejmara windahiyên me derbas bibin. Eger em di têkoşînê de hêza xwe bikin yek, em dikarin vîrûsê têk bibin.”