Serokê herêmê û cîgirê serokwezîr civiyan Serokê herêmê û cîgirê serokwezîr civiyan
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serokê herêmê û cîgirê serokwezîr civiyan

BasNews - Îro piştî nîvro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî kir.

Di civînê de ku cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê amade bûn, Qubad Talebanî bi kurtî derbarê pêşveçûna gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê de axivî û tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê pêgir dibe bi wan hemû kêşeyên helawestî yên ligel Bexdayê û li ser bingeha destûrê çareser bike.

Rewşa siyasî û aborî û pêngavên rûbirûbûna pejika vîrûsa koronayê, çend mijarên din ên civînê bûn ku tê de Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîr tekezî li ser pêwîstiya hemahengiya zêdetir a di navbera aliyan de û tebayiya ji bo derbaskirina kêşe û qeyranan kirin.