Li Zaxo kesekî dawî bi jiyana xwe anî Li Zaxo kesekî dawî bi jiyana xwe anî
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Zaxo kesekî dawî bi jiyana xwe anî

Rojhat Luqman

BasNews – Îro 16.09.2020ê li sînorê qeza Zaxo ji ber sedemekî nediyar kesekî dawî bi jiyana xwe anî.

Rêveberê nahya Batîfa ya ser bi qeza Zaxo Dilşêr Ebdulstar ji basnewsê re ragehand: ‘’Îro li wargeha Bêgowa ya ser bi nahyeya Batîfa ya li sînorê qeza Zaxo kesekî ji ber sedemekî nediyar dawî bi jiyana xwe anî û xwe kuşt.’’

Herwaha got: ‘’Heta naha zanyarî û egerên rast û dirust yên bûyerê diyar nebûne û lêkolîn destpê kiriye û em li benda encaman in.’’

Li gor zanyariyên BasNewsê ew kesê dawî bi jiyana xwe aniye navê wî S.M ye û Pêşmergeyê malnişîne û bi çeka keleşînkofê dawî bi jiyana xwe anî ye.