Bi video…Kujerê malbata kurd a li Bexdayê li Hewlêrê hat girtin Bi video…Kujerê malbata kurd a li Bexdayê li Hewlêrê hat girtin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Bi video…Kujerê malbata kurd a li Bexdayê li Hewlêrê hat girtin

BasNews – Dije teror a Kurdistanê bi daxuyaniyekî ve ragehand, tewanbarê ku malbata kurd li Bexdayê kuştibûn, ji aliyê rêveberiya asayîşa Hewlêrê ve hatiye girtin.

Daxuyanî waha ye;

Piştî ku zanyarî dest me ketin ku kujerê şeva 14.09.2020ê nav avahiyekî li taxa Mensûr a Bexdayê ku malbateke kurd bi awayekî howane kuştibû, ku ji dayîk û bav û keçekê pêkhatibû zanyarî geheştin me ku li Hewlêrê xwe veşartiye, pêdeçûn û çavdêrî hatin kirin û me karî wî kujerî bibînin û ji aliyê rêveberiya asayîşa Hewlêrê ve wî bigrin. Piştî lêpirsîn û lêkolînan tewanbar li xwe mûkir hat ku ew tewan wî pêkanî ye. Daxuyaniya wî bixwe jî waha ye;

Navê min Mehdî Husên Nasir Meter e, sala 1984ê li dayîk bûme û rûniştvanê navçeya Hebîbiye ya Bexdayê me û li wezareta navxwe ya Iraqê zîrevaniya balyozxaneya Rûsyayê me.

Min berî 4 salan kesek naskir bi navê Bavê Şîlan. Berî du rojan ji ber pêwîstiya min bi hinek pare hebû û ez deyndar bûm ez çûm gel avahiya wî û em li gel yek rûniştin. Min jê daxwaza pare kir, lê ew ne amadebû pare bide min û got nîvî ez bidim, me nîqaş kir, kêrek nêzîkî min bû û min li wî da û kete xwarê, min xwest şopan winda bikim û veşêrim, di wê demê de hevjîna wî hat. Ez şok bubûm û ketim tirs û paxavê û wê jî dest bi hewarê û qîjênê kir û min ew jî da ber kêran û ket xwarê. Min termên wan ji odê ve kêşane hemamê û min av vekir di wê demê de Şîlan hat malê. Dema Şîlan hat û rewş dît ew jî tirsiya û paxav bû, min xwest aram bikim, lê aram nebû bi xwelîdankekî ve nav serê min da, min jî du mist lê dan û ket xwarê û balgeyek li wê derê bû û min danî ser devê wê û min ew jî kuşt. Min hewl da şopên tewanê xwe veşêrim, lê min nezanî ez çibikim û bo kuderê biçim, min ew cîh paqij kir û li dû pare geriyam. Hinek pare jî min dît, lê min nezanî çend bû, nêzîk 10 hezar dolar an jî zêdetir dibû. Hinek parê Iraqê jî li gel bû. Min pare û telefon birin, kêr jî li gel xwe min bir û min xistin kîsekî û ez derketim.

Ez biçim kuderê…ez çûm navçeya Qenat û kêr û telefon min li wê derê avêtin. Min got ez biçim Hewlêrê û min wesayîtek taybet girt û ez hatim Hewlêrê. Hatim li otêlekî ez mam. Min xwest li Hewlêrê ve biçim bo derveyî welat. Roja piştî wê min xwest vîzeya Tirkiyê yan jî ya cîheke din bidest bixim û biçim. Lê min nekarî bidest bixim û ez vegeriyam otêlê û li wê derê jî ez hatim girtin.