Li Amerîkayê 24 demjimêrên borî de 1132 pêketiyên vîrusa koronayê mirin Li Amerîkayê 24 demjimêrên borî de 1132 pêketiyên vîrusa koronayê mirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Amerîkayê 24 demjimêrên borî de 1132 pêketiyên vîrusa koronayê mirin

Rukiye Mistefa

BasNews – Li Amerîkayê ji ber pêketina bi vîrusa koronayê di 24 demjimêrên borî de 1132 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi giştî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji ber vîrusa koronayê li Amerîkayê geheşt 200 hezar û 280 kesan.

Amerîka ya ku bûye navenda belavbûna şewba vîrusa koronayê her roj hejmara pêketî û miriyan zêde dibe û li gor amarên îro yên malpera Worldometer di 24 demjimêrên borî de 38 hezar û 829 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û bi giştî li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê geheştiye 6 milyon û 789 hezar û 877 kesan.  

Hat ragehandin heta naha li Amerîkayê zêdetirî 4 milyon û 69 hezar kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.