Fraksiyona PDKê daxwaza cezayê herî tund bo kujerên malbata kurd a li Bexdayê dike Fraksiyona PDKê daxwaza cezayê herî tund bo kujerên malbata kurd a li Bexdayê dike
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Fraksiyona PDKê daxwaza cezayê herî tund bo kujerên malbata kurd a li Bexdayê dike

Lêdwan Ebdulrehman

BasNews – Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek derbarê kujerên malbata kurd a li Bexdayê de belav kir û daxwaza cezayê herî tund bo kujerên wê malbatê ragehand.

Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê bi daxuyaniyekî serxweşî li kesûkarên wê malbata kurd a li bajarê Bexdayê kir, ku şeva borî li taxa Mensûr hatin şehîd kirin û ew êrîşa qirêj şermizar kir.

Fraksiyona PDKê daxwaz ji saziyên ewlehiya Iraqê dike kujerên wê malbatê demekî herî zû de radestî dadgehê bike û pêwîste jî dadgeh bi cezayê herî giran li wan bibre.

Heman daxuyaniyê de fraksiyona PDKê daxwaz dike hêzên ewlehiya Iraqê ser û malên hemwelatiyên kurd û hemû pêkhateyên din biparêze.