Lêdwan Ebdulrehman
BasNews – Wezareta tenduristiya hikûmeta Iraqê di beyanameyekî de ragehand, 4 hezar û 357 pêketiyên din ên vîrusa koronayê hatine tomar kirin.
Îro 16.09.2020ê wezareta tenduristiya Iraqê bi beyanameyekî ragehand, di 24 demjimêrên borî de 4 hezar û 357 pêketinên nû yên vîrusa koronayê li seranserê Iraqê hatine tomar kirin.
Herwaha hat ragehandin bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa korona yên çêbûne 237 hezar û 241 kesan û 8 hezar û 248 kesan jî jyana xwe ji dest dane.