Şêx Micdil: Êzdî dixwazin Pêşmerge vegere Şingalê Şêx Micdil: Êzdî dixwazin Pêşmerge vegere Şingalê
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Şêx Micdil: Êzdî dixwazin Pêşmerge vegere Şingalê

Lezgîn

BasNews – Fermandarê hêzên Pêşmerge li Şingalê ji BasNewsê re ragehand, ew malbatên êzdiyan ên vegeriyane Şingalê berdewam peyvendiyên li gel me dikin bo Pêşmerge vegere Şingalê.

Fermandarê hêzên Pêşmerge li Şingalê Şêx Micil Şêx Xidir ji BasNewsê re ragehand: ‘’Naha rewş li Şingalê baş nîne ji ber xirabûna rewşa Şingalê ew xelkê vegeriyane ser mal û halên xwe zîrevaniya malen xwe bi şev dikin. Nikarin bi piştrastî nav malên xwe de bimînin. Ev nîşaneya metirsiyê ye ewlehî li Şingalê tine û rojane berdewam xelk diçin Şingalê. Peyvendiyê li gel me dikin û li benda vegera Pêşmergeyên Kurdistanê ne bo Şingalê. Ji ber xelkê baweriya xwe bi çekdarên nav Şingalê nemaye. Ew hêzên çekdar sedemin bo rewşa Şingalê xweş nebe.’’

Herwaha got: ‘’Her dema ku Pêşmergeyên Kurdistanê çûn nav Şingalê dê hemû koçberên Şingalê wegerin. Ji ber dê ewlehî li hemû deverên Şingalê çêbe, xelkê Şingalê ewlehî divê. Ji

ber nebûna ewlehiyê xelk nikare wegere.’’