Li Herêma Kurdistanê 26 kesan bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest da Li Herêma Kurdistanê 26 kesan bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest da
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Herêma Kurdistanê 26 kesan bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest da

BasNews - Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 754 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 26 kesan jî bi wê vîrûsê canê xwe jidest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de, 754 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 208 kes li Hewlêrê, 105 kes li Silêmaniyê, 27 kes li Germiyanê, 88 li Raperînê û 307 kes li Duhokê ne.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, 26 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan, ji wan 4 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Raperîn û 13 kes li Duhokê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 38661 (Hewlêr: 14848, Silêmanî: 14166, Duhok: 8344, Helebce: 1303)

Mirin: 1417 (Hewlêr: 503, Silêmanî: 748, Duhok: 143, Helebce: 23)

Başbûn: 24522 (Hewlêr: 11203, Silêmanî: 9172, Duhok: 2942, Helebce: 1205)

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) re bikin.