Rojavayê Kurdistanê- Rêjeya hejariyê zêde bûye Rojavayê Kurdistanê- Rêjeya hejariyê zêde bûye
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Rojavayê Kurdistanê- Rêjeya hejariyê zêde bûye

BasNews- Li Rojavayê Kurdistanê ji ber rewşa abûrî ya xerap, rêjeya hejariyê di nava civakê de zêde bûye. Welatî dibêjin, rewşa abûriyê ya xirap, jiyana wan zehmet kiriye.

Hejarî û nebûna kar barê welatiyan giran kiriye û dabînkirina pêwîstiyên jiyanê jî xemeke mezin e. Li kolanên bajarê Qamişlo diyardeya zarokên karker bi awayekî berçav zêde bûye. Piştî 10 salan ji krîza Sûriyê, welatî dibêjin: “Welatê ku em nikarin lê nanê zarokên xwe peyde bikin, cihê me lê nemaye.”

Welatiyek ji K24ê re dibêje: “Rewşa me gelekî zehmet e. Nirxê Dolar gelekî bilind bûye û Lîreya sûrî daketiye. Amadekirina firavînekê zêdetir ji 10 – 12 hezar Lîre tê diçe. Herwiha kar jî kêm e.”

Navenda Firat ya Lêkolînan ku lêkolînek derbarê rewşa herêmê de çê kiriye, diyar dike, nirxê kelûpelan ji sala 2011an ve, 50 ta 70ê carî zêde bûye. Herwiha Diyar dike jî ku daketina nirxê Lîreya sûrî, yek sedemên rewşa aborî ya xirap e. Ew navend dide zanîn jî, mehane her malbatek pêwîstiya wê bi 460 hezar Lîre heye, tenê ji bo xwarinê bi dest bixin.

Piştî 10 salan ji krîza Sûriyê û li gor raportên navdewletî, Sûriye di rêzbendiya hejariyê de di pileya yekem de tê. Netewên Yekgirtî di raporta sala 2019an de ragihand, 11.7 milyon sûrî pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye. Tevî ku li Rojavayê Kurdistanê ti amarên fermî derbarê hejariyê de tune ne, lê aborînas dibêjin, rewş gelekî xirap e û pêwîstî bi çareseriyê heye.