Berpirsekî ENKSê: Em û TEV-DEM nêzîkî rêkeftinê bûne Berpirsekî ENKSê: Em û TEV-DEM nêzîkî rêkeftinê bûne
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Berpirsekî ENKSê: Em û TEV-DEM nêzîkî rêkeftinê bûne

BasNews – Berpirsekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, ew û TEV-DEMê nêzîkî rêkeftina giştî bûne. Berpirsekî PKKê jî dibêje, bila PYD xwe nêzîkî rêjîma Sûriyê bike ne ENKSê!

Ev demek dirêj e danûstandinên hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bi çavdêriya Amerîka didomin.

Endamê rêveberiya ENKSê, Kawe Ezîzî li ser rewşa dawî ya danûstandinan ji BasNewsê re got, danûstandin berdewam in. Her du alî nêzîkî hev bûne lê PKK vê yekê qebûl nake.

Berpirsekî PKKê bi navê Duran Kalkan jî gotiye, bila PYD û partiyên alîgirên wê xwe nêzîkî rêjîma Sûriyê bikin ne ENKSê.

Li ser vê mijarê jî, Kawe Ezîzî got, her gava kurd di nav xwe de bûn yek wê çaxê dikarin bi ereban û mesîhiyan û pêkhateyên din jî re tifaqê bikin. Eger beriya tifaqa kurdan ev tişt bê gotin, serkeftî nabe.

Wî berpirsê ENKSê anî ziman ku şertê yekem yê ENKSê ew e ku TEV-DEM ji PKKê dûr bikeve û dema rêkeftin jî hat kirin, PKK xwe tevlî wê neke.

Bi gotina Kawe Ezîzî, heta PKK li Rojava hebe kurdên Rojava nabin yek, loma divê PKK ji Rojava were derxistin.