Wezareta Elektirîkê: Li Hewlêrê sê pirojeyên elektirîkê tên vekirin Wezareta Elektirîkê: Li Hewlêrê sê pirojeyên elektirîkê tên vekirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Wezareta Elektirîkê: Li Hewlêrê sê pirojeyên elektirîkê tên vekirin

BasNews – Wezareta Elektirîka Herêma Kurdistanê ragihand, li Hewlêrê sê pirojeyên elektirîkê xilas bûne û dê sibê bên vekirin.

Wezareta elektirîka Kurdistanê ragihandiye, dê sibê bi merasimekê û bi amadebûna wezîrê elektirîkê Kemal Salih û parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî, li taxa Kesnezan ya Hewlêrê sê pirojeyên elektirîkê bên vekirin.

Wezareta elektirîkê daye zanîn, ew sê piroje beriya dema xwe hatine xilaskirin.

Pirojeyên ku wezaretê behsa wan kirine, ev in:

*Danîna santrala elektirîkê bi hêza 132 kv

*Kişandina xeta fişarê ya 132 kv

*Derxistina 8 fîderên 11 kv.