BasNews – Îro serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî daxwaza serjimêriya fermanberên dewleta Iraqê kir.
Kazimî îro 15.09.2020ê serokatiya civîna encûmena wezîrên Iraqê de lijneyek pêkanî bo bilez serjimêriya temamî ya fermanberên dewletê temam bike.
Ev biryara Kazimî di demekî de ye ku wezîrê plandanîna Iraqê di hevpeyvîneke televîzyonê de ragehandibû, heta naha hejmara fermanberên dewletê nizane, herwaha ragehandibû ku wezîrê darayî yê Iraqê jî jimara fermanberên dewletê nizane.
Wezîrê plandanana Iraqê amaje bi wê yekê jî kiribû ku dibêjin 2 milyon û 700 hezar fermanber hene, lê bi nêrîna vê hikûmetê 4 milyon fermanber jî hene.
Hat zanîn lijneya ku pêkhatiye bi serokatiya wezîrê plandanana Iraqê ye û şêwirmendê serokwezîr jî endame, herwaha nûnerê çavdêriya darayî, rêveberê giştî yê dezgaya navenda amar û nûnerên wezaretên din ên hikûmetê jî endamin di wê lijneyê de.