Fraksiyona PDKê û YNKê li Parlamentoya Kurdistanê rêkeftinek îmza kirin Fraksiyona PDKê û YNKê li Parlamentoya Kurdistanê rêkeftinek îmza kirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Fraksiyona PDKê û YNKê li Parlamentoya Kurdistanê rêkeftinek îmza kirin

BasNews – Fraksiyona PDKê û YNKêli Parlamentoya Kurdistanê rêkeftinek bo baş kirina peyvendiyên navbera xwe îmza kirin.

Serokê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Umêd Xoşnaw di civîneke çapemeniyê de got, roja 06.09.2020ê her du serokên fraksiyonên PDKê û YNKê bi beşdariya seroka Parlamentoyê û cîgirê wî ve rêkeftinek îmza kirine.

Derbarê naveroka rêkeftinê de jî got, di çarçoveya rêkeftina siyasî ya herdu politburoyên PDKê û YNKê de, rêxweş kirine bo karê parlamentoyê û çalak kirina her du fraksiyonane li parlamentoyê û derbas kirina wan projeyên ku girêdayî mijarên niştimanî ve ye û ew rêkeftin alîkar dibe bo bicîhanîna bernameya kabîneya nehem.

Serokê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê got, ev rêkeftin bo wê nîne bi piranî û kêmîne, ew du fraksiyon çi bixwazin bi wî awayî li Parlamentoyê bikin, bo bibe sedema zêdetir nêzîk kirina aliyên din jî rê vekirine.

Cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî jî derbarê vê rêkeftinê de ragehand, ev rêkeftin bo wê yekê ye ku ew mijarên niştimanî bi li hevkirina hemû aliyan ve bi yek dengiyeke zêdetir ji bo bê ava kirin û hewayekî baş vê derbarê de hebe ku Parlamento yasadananê berdewam bike pêkhatiye.

Herwaha ev rêkeftin alîkar dibe bo karê Parlamentoyê li ser çavdêrî kirina hikûmetê bo cihbicîh anîna bernameya hikûmetê û bi taybet jî bo bernameya çaksaziyê.