Rukiye Mistefa
BasNews – Li Amerîkayê hejmara mirinên ji ber pêketina bi vîrusa koronayê di 24 demjimêran de 586 kesên din lê zêde bûn û geheşt 198 hezar û 148 kesan.
Li gor malpera amarên vîrusa koronayê diweşîne ya Worldometer, li Amerîkayê di 24 demjimêrên borî de 39 hezar û 663 kesên din bi vîrusa korona ketine û hejmara pêketiyên vîrusa korona bi giştî li wî welatî geheştiye 6 milyon û 751 hezar û 48 kesan.
Herwaha hat ragehandin hejmara pêketiyên ku baş bûne û ji wê vîrusa kujer rizgar bûne li Amerîkayê 4 milyon û 28 hezar kesan derbas kiriye.