NETEWPERWERÎYA KEMALÎSTAN Û NETEWPERWERÎYA BARZANÎ (1) NETEWPERWERÎYA KEMALÎSTAN Û NETEWPERWERÎYA BARZANÎ (1)
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

NETEWPERWERÎYA KEMALÎSTAN Û NETEWPERWERÎYA BARZANÎ (1)

B.Şîlan (Munzur Çem)

Li Tirkîyê demeke dirêj, di derheqa Mistefa Kemal de, li derwayî çarçova resmî de nivîsandin qedexe bû. Dewleta Tirk, îro jî dixwaze eynî tradîsyonê bidomîne. Di alîyê din de, ji ber ku hebûna kurdan heta îro hatîye înkar kirin, tiştên ku di derheqa rêberê Kurdan Mustafa Barzanî de hatine nivîsandin jî di eynî çarçoveyê de, yanî çarçoveya inkar kirinê de mane. Li Tirkîyê îro jî hin kes çavên xwe digirin, pesna Mustafa Kemal didin û li hemberê Mustafa Barzanî jî gor dilê xwe bêhurmetîyê dikin. Bi salan e, ew li Tirkîyê bûye mode. Çava ku desthilatî ket destê Saddam, vê gavê jî bi navê sosyalîstî û antî-emperyalîstî „rexneyên“ wisa, yên nerast ketin rojevê. Hetta Îlhan Selçuk (2) ev kar weqas pêşva bir ku, neteweperwerîya Barzanî û Turkeşê (3) kir wek hev. Mihri Belli (4) demek berê, di gotara xwe ya rojnama Gündemê (5) de, Mustafa Kemal wek kesek dijî emperyalîzme nîşan da û ewqas bilind kir ku, bir gihand ezman. Lê wî di heman gotara xwe de li ser neteweperwerîya Barzanî, bi zimanekî xirab gelek tiştên nerast nivîsandin.

Kifşe ku Mustafa Kemal û Mustafa Barzanî, di sedsala 20an de, li Rojhelata Navîn rolên giring lîstine. Eger hewce be, bêguman meriv dikane wek her kesê politik kar û xebata wana jî rexne bike. Lê rexnegerî gor pêşdarazîyê (hukm î pêşin) na, çarçoveyekî mantiqî de bê kirin dê objektîf be. Ez dixwazim di vê nivîsê de, 15. Salvegêra mirina Mustafa Barzanî (7) bikim sebeb û li ser vê babetê hinek dîtinên xwe bînim ziman. 

Mustafa Kemal li Selanikê ji dayîkê bû, Mustafa Barzanî li Kurdîstana Iraqê. Gor gotinê, Mustafayê Selanîkî di zarokatîya xwe de hinek tengasî dîtîne. Çiqas rast e nizanim, lê wisa be jî, ew tengasî gor tengasîyên Mustafa Barzanî gelek sivik in, hatta tiştek nînin. Meriv nikane her duyan bide ber hev. Mustafa Kemal, îmkan dît li cîyê dayîkbûnê dest bi dibistanê kir. Paşê, di mektebên dewletê de, ku gor rewşa vê demê mektebên baş bûn, xwend. Gava ku mektebê leşkerîyê xilas kir jî wek serbaz di artêşa Osmanîyan de dest bi kar kir.

Ji ber ku di alîyê polîtîk de ew dem, demeke gelek tevlihev bû, Mustafa Kemal jî cephe bi cephe gerîya. Bêguman ev kar, di alîyê şexsî de gelek bi zahmet bû. Lêbelê armanca vî şerî armanceke bê heq bû. Şerên dewleta Osmanî şerên kolonyalîstîyê bûn. Armanca van şeran, berdewamîya bindestîya gelan û talankirina welatên wan bû. Ji ber vê yekê jî, kar û xebata Mustafa Kemal, wek ku hin kes nîşan didin, xebateke heq û pîroz nebû. Li Misir, Yemen, Erebîstan, Ermenîstan û Kurdîstanê de, karê ku İngiliz, Alman, Fransiz, Rusya yan jî Osmanîyan kirin, di nav wan de qet ferq tunebû. Armanca wan hemûyan dagirkerî û neheqî bû. Bi kurtayî Mustafa Kemal di şerê dagirkerî û parvakirinê de cîh girt.

Li hemberê vîya, xêza Jîyana Mustafa Barzanî li ser rotayeke din bilind bû. Barzanî, hîna ku ji dayîka xwe çê nebûye, bapîrê wî Abdulselam ji alîyê Osmanîyan li Mûsulê hatîbû darvekirin. Gava ku 3 salî bû, Alayên Hamîdîyê yên Osmanîyan avêtîbûn ser gundên wan, gel dabû ber şûr û ên mayî jî avêtîbûn girtîgehê. Ew û dîya xwe bi hev ra ketîbûn zindana Mûsulê. Piştî zindanê, dewletê rê neda wana ku herin gundê xwe û hatinê nefîkirin. Gava ku ew 11 salî bû, birayê xwe yê mezin Şêx Abdulesselam, li Mûsulê tev grubeke kurdan va hat dardekirin. Roja darvekirinê, Barzanî bi dizî ket nav xelkê û cendeka birayê xwe dît.

Tê gotin ku Barzanî piştî vê buyerê, hestên xwe weha anîye ziman: „...Min bi vê felsefeyê dest bi jîyanê kir. Mirin dibe lê ketina hepsê tu carî nabe. Ji bo vêya jî çareyek heye, ew jî li ser çîyan mayîn e.“

Wek ku li ber çava ye, xwêza Barzanî û ê Mustafa kemal sedîsed berevajî hevdu ye. Armancên wan yek nînin. Armanc û xebata wan, ber bi di qutubên cuda bi rêve diçe.

Mustafa Kemal nasyonalîstê miletekî serdest e, Mustafa Barzanî ê miletekî bindest e. Bi gotinek din, armanca nasyonalîstîya Mustafa Kemal, bindestxisitin û perçiqandina neteweyên din e. Ê Barzanî, li hemberê zordarîyê derketin e, azadîxwazî ye. Bêguman, destpêka sedsala 20an de di Anatolîyayê de serketin û sazkirina dewleteke mîllî, ji bo Tirkan gaveke giring e. Çi heye ku bingehê sazkirina vê dewletê de jenosîda Ermenîyan a 1915an, qirkirin û nefîkirina bi mîlyonan Rûman heye. Ev jî tê vê manê, ku ji bo Tirkan xwedîbûna dewleteke mîllî, berê her tiştî, ji holê rakirina wan her du milletan e. Ji bo şovenîstên Tirk ev rewş, rewşeke baş e. Lê kesên ku bi çavên merivatî (însanî) buyerê binîrxînin, jo bo wan ew ji bo merivatîyê trajêdîyeke mezin e. Kesên demokrat, kesên ku mafên mirov diparêzin, nikanîn vê buyerê wek tiştekî normal qebûl bikin.

Çi heye ku Mustafa Kemal û hevalên wî bi van kirinan jî neman. Çawa ku hukim girtin dest xwe; gelên ku li nav sînorê Komara Tirkîya de mane û ne Tirk in, ji bo pelixandin û ji holê rakirina wan dest bi xebatê kirin. Ji ber vê yekê jî Komara Tirkîyê li ser prensîbên „yek millet, yek dewlet û yek şef“ yanî wek dewleteke nîjadperest û faşîst hat damezirandin. Di demeke kurt da ev dewlet bû makînayeka despotîzmê û hê îro jî eynî rewş dewam dike.

(...7)

Lê, di polîtîka Barzanî de rasîstî û şovenîstî cîh nagire. Ew tucarî li hemberê gelên din û kêmnetewan, hemberê mafên wan ên demokratîk û kulturî der neket, ji wan ra xirabî nekir. Barzanî û îdareya PDK, li hemberê kemnetewan polîtîkayeke dostane û biratîyê domandin.

Karl Marx dibêje ku „Miletê ku miletêkî din dipelixîne, bi xwe jî azad nabe.“ Ev gotin bê dîskusyon rastîyê tîne ziman. Kirinên kemalîstan, di vî alî de nimûneyeke balkêş e, vê rastîyê îsbat dike. Rejîma Kemalîst, roja ku ji dayîka xwe bû, gelê Kurd kir hedef û hemû metodên zulm û terorê li hemberê wî pê bi kar anîn. Ev jî bu sebeb, ku Kemalîstan gelê tirk jî pelixand; mafên wî zext kirin, azadî nedana wî; nehişt ku ji civaka Tirk de dengêkî opozîsyonî derkeve. 

Tiştek kifşe ye; Barzanî tucarî wek Mustafa Kemal; li hemberê opozîsyonê sîstematîk teror pêk ne anî. Aksê Mustafa Kemal, ev di vî warî de xwedîyê toleranseke mezin bû.

Di alîyê din de ji alîyê hin kesan jî tê îddîakirin ku tekoşîna Mustafa Kemal li hemberê emperyalîstan e. Ma ev rast e? Kesên ku li bajarî Lozanê bi Îngîlîz û Fransizan ra îmza avêtin bin peymanê û Kurdîstan parva kirin, ew bûn. Şik tune ku nakokîyên ku di nav Kemalîstan û dewletên emperyalîst de xwe nîşan dida, sebebê wana dijîya emperyalîzmê nebû. Nakokîyên nav Tirk, Îngiliz û Fransizan şerê nav guran bû. Sebeb, parvekirina welatên din bû. Di vî şerî de her kesî dixwest para xwe zêde bike. Ji xwe pîştê wê gavê (Peymana Lozanê), M. Kemal hem bi emperyalîstan ra hem jî bi kewneperestên heremê (Îran û Iraq) ra îttîfaq çêkir. Van 3 dewletan, ji bo şikestina tekoşîna gelê Kurd a neteweyî û demokratîk, her dem dest dan hev du, bi hev ra xebitîn. Lê eşkere ye ku di tekoşîna Mustafa Barzanî de, meriv li hemberê gelên bindest helwesteke wusa nabîne. 

Nav karê Mustafa Kemal de rakirina şêrîatê, naskirina mafên jinan, pêkanîna alfabeya latînî, firehkirina îmkanên perwerdeyê, wek gavên pozîtîf tên nîrxandin. Lêbelê, di alîyên din de gavên usa hatin avêtin ku, naveroka van mafan hat valakirin. Vana, di pratîkêda tu wateyekî îfade nekirin. Wek nimûne; di dema M. Kemal de, li Tirkîyê alfabeya latînî hat qebûlkirin. Lê ji ber ku alfabeya erebî hat qedexekirin, têkilîya civakê û dirokê bi hev ra neman, hat qutkirin. Bi gotineke din, gelên Tirkîyê nikanî dîrok û kultura xwe fêrbin. Tenê mafê wana hebû ku, wek tarîx berhemên resmî, yên propagandayê bixwînin.

Dîsa, di vê demê de hin mafên jinan jî hatîbûn naskirin. Lê ji ber ku sîstem bi xwe demokratîk nebû, di nav jîyanê de nirxeke zêde îfade nekirin. Em bêjin mafên jinan hebûn ku, bikevin hilbijartinê, bibin parlamenter û êd. Lê di dema Mustafa Kemal de li Tirkîyê tu azadî tune bû. Yek partî hebû. Mustafa Kemal bi xwe biryar da ku, kî dibe parlamenterê kîjan wîlayetê. Gava ku li welatekî azadî tune be, yek partî hebe û qerar ji alîyê kesekî yan jî grûbekê va bên dayîn, li ser kaxizê hebûna mafan wê çi îfade bike?

Pirsa perwerdeyê jî ji vana cuda nebû. Sîstema perwerdeyê li Tirkîyê, ji destpêkê bigirin heta îro, rasîst û şovenîst e, dijî demokratîyetê ye, dijî pirdengîtî (pluralîzm) ye. Armanca vê sîstemê ya herî giring asîmîlekirina gelên ne Tirk e. Bê şik ev xisusîyet jî perwerdeyê puç dike, bêqîmet dike.  

Di alîyê dîn de, Kemalîstan bi navê laîsîzmê mezheba Hanefîtî wek dînê resmî qebul kirin, maf nedan mensubên ol û mezhebên dîn. Wek nimûne, neheqî li Şafîtî û şîîtîyê hat kirin. Elewîtî û Êzdîtî jî ti demekî wek bawerîyek nehatin qebûlkirin. Xirîstîyanan, dîsa tengasîyên gelek mezin dîtin. Gelo dewleteke usa dikane wek dewleteke demokratîk û laîk bê naskirin?

Rastî ew bû ku Kemalîstan ol xistin bin bandora dewletê û kirin hacetê polîtîkaya xwe.

Ma Mustafa Barzanî çi kir? Bêguman ew bi xwe kesekî dîndar bû. Di civaka Kurdan de tiradîsyon û olperestî gelek xurt e. Lê dîsa jî Mustafa Barzanî û wek partî PDK, tu caran li hemberê bawerîya dînî de xwedîyê helwesteke xirab nebûn. PDK, di vî alî de partîyeke rehet bû, xwedîyê toleransê bû. Ji mensubên hemû din û mezheban peşmergeyan bi şemsîya partîyê da bihevra ji bo yek armancê şer kirin. Begûman ev rewş, nîşana demokrasî û toleransê ye, nîşana laîsîzmeke rastî ye. 

Di vê babêtê de tiştên ku herî zêdetir li ser tê qisekirin, ji van yek jî „dijî sîstema feodalî bûn“ a Mustafa Kemal e. Kemalîst îddîa dikin ku Mustafa Kemal dijî feodalîyê bû û hemberê vî sîstemê reformên muhim çê kirin.

Bê gûman bîr û bawerîya Mustafa Kemal li ser kapîtalîstîyê bû, ew parast. Polîtîka ya aborî û sosyal a ku di dema Komara Tirkîyê de hat meşandin, demek şunda bû sebebê tasfîyekirina feodalîzmê. Baş e, eger Împaratorîya Osmanî bi davî nebûya, pêşveçûyînê dikane şiklekî din bigirta? Civak dikare ma li derveyî wê pêşveçûyîna hemdemî bidîta? Bê guman na! Ev mumkun nebû û nîne jî. Eger Kemalîstan desthilatî negirta destê xwe, pêşveçûyîna civakê, dîsa li ser vê rêyê biçûya û davî de fedolîtî tasfîye bibûya. Îhtîmalek mezin bû ku, padîşahî ji wek Îngîltereya îroyin wê bibûya desthilatîyek sembolîk.

Lê li Kurdîstanê polîtîkaya Kemalîstan usa nêbû. Mustafa Kemal û hevalên wî, di Kurdîstanê de dijî feodalan nebûn. Wana li Kurdîstanê, ji ber ku eşîrtî û axatî bê tasfîyekirin û kapîtalîstî bê cihkirin, gav ne avêtin. Ew, piştgirî û alîkarê feodalan bûn. Ji bo çi? Kemalîstan baş dizanî ku, eger serok eşîr û axayên Kurdîstanê hemberê wan derkevin, nikanin Kurdîstanê bikin bin kontrola xwe. Çava ku Dewleta Tirk a ku jê ra „hemdemî û modern“ tê gotin, îro jî hêvîya xwe bi serokeşîr, cerdewanên gundan (korîçî) ra gîrêdaye, di vê demê de jî usa bû.

Bê şik ev gotin nayê wê manê ku di nav Kemalîst û feodalên Kurdan de nakokî peyda nebûn. Bûn, hem jî nakokîyên mezin peyda bûn. Lê ew feodal, feodalên ku welatperwer bûn û tekoşîna azadîya gelê xwe da cîh girtin, ew bûn. Di alîyê dîn de qismek serokeşîr û axa hebûn ku, çiqas ku bûn alîkarê dewletê jî dewletê bawerîya xwe bî wana nêanî û wana jî, ji terorê para xwe girtin. Malbatên usa bi destên dewletê hatin talan û vêran kirin, hatin kuştin û nefîkirin.

Wek tê zanîn demeke dirêj e, ku hinek kes di vî warî de tekoşîna Mustafa Barzanî krîtîk dikin û dibêjin ku “Barzanî, di dema şoreşê de di hemberî feodalan kar nekir, ev kar îhmal kir, hêvîya gel neanî cîh.”

Bê guman dûr û dirêj li ser vê pirsê sekinandin, di çarçova nivîsek usa de ne pêkane. Lê gava ku meriv li ser wê pirsê bisekine, hewce ye ku berê her tiştÎ rewşa Kurdîstanê û şert û mercên şoreşê bigire ber çavan û usa bipeyîve.

Di tekoşîna li hemberê kolonyalîzmê de prensîbeke bingehîn heye. Hêzên welatperwer çiqas ku ji destê wan hat, dorûbera xwe fireh dikin, yan jî dijmin îzole dikin. Rêberê şoreşa başûrê Kurdîstanê li ser vê babetê çi difikirî nizanim. Eger îmkan hebûya wî ji bo tasfîyekirina feodalan gav biavêta yan na; wek nimûne reforma axê çê bikira yan na, nikanim tiştekî bêjim. Îhtîmalek mezin bû ku wek Tirkîyê li Kurdîstanê jî feodalîtî gav bi gav bihata guhartin û şuna xwe bidaya kapîtalîzmê. Bi gotineke din ew tişt bi zorê na, bi guhartinên xwezayî çêbûya.

Lê eşkera ye ku di dema şoreşê de, li Kurdîstanê bi giştî li hemberê feodalîyê derketin helwesteke realîst nêbû. Eger Mustafa Barzanî, bi navê antî-feodalîzmê serokeşîr û axayên Kurdan ji xwe ra bikira hedef, wî yê çembera şoreşê teng bikira û ev rewş ji bo rêjîma Baxdayê bibûya alîkarîyeke mezin. Ji xwe di nav Kurdan de xayîn û xwefiroş hindik nebûn, gaveke usa dê hejmara wan zêde bikira.

Bi kurtayî ku bê gotin, bê guman ferqa ku di nav neteweperwerîya Mustafa kemal û ê Mustafa Barzanî de heye, cudabûneke gelek bingehîn e. Nasyonalîstîya Kemalîstan, berdewamîya polîtîkaya rasîst a Îttîhat û Terakkî, ya (8), nîjadperestî û şovenîstî ye. Ew, nasyonalîstîyeke usa ye ku, dîktatorên wek Hîtler û Musolînî jê ra hêyran man. Îdeolojî û xebata Mustafa Kemal, ji bo Hîtlerê dîktator bû rêberek. Wek tê zanîn Hitler her tim digot ku Mustafa Kemal ji bo wî mamoste ye û ew ji mamostayê xwe pir tiştan fêr bûye. Di bingeha nasyonalîstîya Tirkan de jenosîda li hemberê bi milyonan însanan heye. Ev nasyonalîstî, qedexekirina navên gel û welatan e, qedexekirina ziman, muzîk, kultur û nasnameyan e, qedexekirina bawerîya olan e, tevkuştin, asîmîlasyon û zulm e.

Wek berê vîya jî min anîbû ziman, nasyonalîstî yanî neteweperwerîya Barzanî sedîsed berevajî wê ye. Di neteweperwerîya Barzanî de, dijminatî û perçiqandina gelan tune ye. Armanca wê, rizgarkirina miletekî bindest e, gihiştina azadîyê ye.

Pêwîste meriv wê rastîyê ji ber çavan dûr nexe û baş bizane. Tenê jî bo çareserkirina pirsa Kurd na, ji bo çareserkirina pirsgirekên gelê Tirk jî ev hewce ye.

Têbinî:

1) Ew nivîs 1994 de, bi îmza B. Şîlan, di Rojnameya Roja Teze (03.07.1999 – Gulan 2000) de li Tirkîyê hatiye çapkirin. B. Şîlan, di karê nivîsandinê de îmzayeke Munzur Çem e. Nivîs, bi zimanê Tirkî bû pişt ra, Munzur Çem bi xwe di hinek cîyan de gor rewşa rojane guhartin çê kirine û wergerandiye Kurmancî.

Jî bo amadekirina vê nivîsê, ji pirtûka M. Siraç Bilgin, Barzani, Stockholm, 1990 hat îstîfadekirin.

  • Îlhan Selçuk, rojnamevanekî Tirk e û kemalîstekî fanatîk e.
  • Alpaslan Türkeş, serokê Partîya Hereketa Neteweperwer e û nîjadperestekî hişk bû.
  • Sosyalîstekî Tirk e, sîyasetmedar û nivîskar e.
  • Gündem, rojnameyeke rojane bû û ji alîyê derûdora PKK va dihat derxistin.
  • Mustafa Barzanî di 1ê Adarê 1979da mir.
  • Di wê bêşa nivîsê de, ji kar û xebata Barzanî nîmûne tên rêzkirin. Ji ber ku xwendevanên Kurd rewşê nêzik va dizanin, nivîskar bi xwe hewce nedîtîye û ev di Kurdî de pêşkêş nekirîye.
  • Îttîhat ve Terakkî Partî ya ku li 1908an de li hemberê Padîşahê Osmanîyan rabû û bu desthilatdar, ew e. Partî, di destpêkê de bi daxwazên demokratîk û pêşverû dest bi kar kir, lê di demeke kurt da xwe zivirand ser xeta nîjadperestîyê. Împaratorîya Osmanî bi destê vê partîyê ket Şerê Cîhan a Yekemîn. Jenosîda Ermenî, Suryanî û Kurdên Êzdîyan a 1915an, dîsa qirkirin û nefîkirina Grekîyan a 1916an bi destê vê partîyê bû.