Bankên Îsraîl û Îmarata Erebî peymana hevkarîyê îmza kirin Bankên Îsraîl û Îmarata Erebî peymana hevkarîyê îmza kirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Bankên Îsraîl û Îmarata Erebî peymana hevkarîyê îmza kirin

BasNews- Emirates NBD Bank ya Îmarata Erebî û yek ji bankên mezin yên Îsraîlê, Bank Hapoalim peymana hevkarîyê îmza kirin.

Li gor daxuyanîya Ofîsa Medya ya Hikûmeta Dubaî ya Îmarata Erebî, ew peymana her du bankan di wê qadê lihevkirina pêşî ye û dê dewama hevkarîyên aborî jî were.

Rêvebirê Emirates NBD Bankê Shayne Nelson dîyar kir ku bi îmzakirina peymanê re bankên wan bo kompanîyên li herêmê bûye hevkareke girîng.

Herwiha CEOyê Bank Hapoalimê Dov Kotler jî got ku ew peymana her du bankan dîrokî ye û ew dixwazin peywendîyan xurttir bikin.

Emirates NBD, ku li Dubaî banka herî mezin e, li welatên wek Erebistana Siûdî, Misir û Bahreynê kar dike.

Serokê Amerîka Donald Trump di 13ê Tebaxê de ragihandibû ku Îsraîl û Îmarata Erebî Erebî bo normalkirina peywendîyan li hev kirine.

Şandeyên payabilind yên Îsraîl û Îmarata Erebî dê îro roja sêşemê 15.09.2020an li Qesira Sipî peymana normalkirina peywendîyan îmza bikin.