BasNews - Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa Koronayê 57 kesan canê xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 13ê Îlonê yên vîrûsa Koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de 1527 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine.
Herwiha di 24 demjimêran de 1102 kes baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê bi Koronayê ketine gihîşt 291 hezar 162 kesan û hejmara kesên canê xwe ji dest dane gihîşt 7 hezar û 56 kesan.