Weqfa Mezopotamyayê kitêbeke nû çap kir Weqfa Mezopotamyayê kitêbeke nû çap kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Weqfa Mezopotamyayê kitêbeke nû çap kir

BasNews- Kitêba Cemîl Guneşî ya bi navê Duzimanî Zarok û Perwerdehî ji nav Weşanên Weqfa Mezopotamyayê derçû. Cemîl Guneş ku bi xwe jî mamoste ye xwestîye di kitêbê da bala akademî, akademîsyen û lêkoleran bide ser pirsgirêkên zarokên duziman. Kitêb ji 3 beşan û 137 rûpelan pêk tê.

Li Tirkîyeyê her sal bi milyonan zarok ne bi zimanê xwe yê zikmakî lê bi zimanekî dîtir perwerde dibin. Ev pêvajo jî bi xwe ra gelek pirsgirêkan peyda dike. Armanca vê lêkolînê tesbîtkirina pirsgirêkên zarokên duziman e ku di dibistanên yekziman da dixwînin. Bi vê lêkolînê pirsgirêkên zarokên duziman yên wekî xwendin, nivîsîn, famkirin, pêwendîdanînê ku di dibistanên yekziman da dijîn, hatîye lêkolan.

Nivîskarî bi vê lêkolînê xwestîye ku bala akademî, akademîsyen û lêkoleran bide ser pirsgirêkên zarokên duziman. Çinku li dibistanên Tirkîyeyê avantaja zarokên duziman ji wan ra dibe dezavantaj. Ev dezavantaj bandora xwe li perwerdehî, jîyan, têkilî û serkeftina zarokan ya akademîk dike.

Kitêba Cemîl Guneşî ji 3 beşên serekê pêk tê. Di beşa yekem da ziman dihê nirxandin. Herwiha di jêr vê beşê da duzimanî û têgihên duzimanîyê bi pênaseyên wan yên navneteweyî tê dayîn.

Di beşa duyem da jî perwerdehî tê nirxandin. Di vê beşe da mafê perwerdehîya duzimanî ya li cîhanê li gor welatan bi mînak dihê nîşandan. Herweha mafê perwerdehîya duzimanî ya li qada navneteweyî jî tê nîşandan.

Beşa seyêm ya kitêbê jî ji daneyên lêkolîna li qadê ku bi mamosta û xwendekaran ra hatîye kirin pêk tê. Di vê beşê da pirsgirêkên xwendekaran yên wekî pêwendîdanînê, lihevkirina dibistan û polê û hunerên zimanî cih digrin. Herweha fikir û tecribeyên mamosteyan jî ji wan hatine pirsîn û di vê beşê da cih girtine.