Washington-Wezareta Gencîneya Amerîkayê îro roja pêncşemê 03.09.2020an di daxuyaniyekê da ragihand ku Welatên Yekgirtî yên Amerîka siza danîne ser hejmarek kompanyayên ku têkilya wan bi veguhastina yan jî firotina madên petrokîmyayî heye yên bi Îranê re.
Amerîka wan kompanyayan bi firotin yan veguhastina madên têkildarî petrokîmayên Îranê re, tawanbar dike.
Daxuyaniya Wezareta Gencîneya Amerîkayê dibêje, kompanyayên hatine sizadan 6 şerîketin, bingehên wan li Îran, Îmarat û Çînê ne.
Jiber ku van şerîkan bazar bi şerîketa "Triliance Petrochemical Co. Ltd" re heye ku navê wê ketîye di "Lîsta Reş" ya Washingtonê da, yên ku têkildarî wê şerîketê bûne hatine sizadan.
Herweha Wezareta derve ya Amerîka di daxuyaniyekê da ragihand ku di biryareke cûda da, wan 5 kompanyayên din siza dane "jiber ku wan beşdarî û pêzanîn hebûn yên kirîn û firotin û birina bazar ya berhemên neft û petrokîmyaya Îranê re hebûn." herwiha 3 karmendên kompanyayan jî xistine di nava sizayan da.
Derbarê sizayên nû Wezîrê Gencîneya Amerîkî Steven Mnuchin got:"Rejîma Îranê dahatên firotina petrokîmyayan, bikar tîne jibo ku terorê fînanse bike û nerihetîyê di ajnadiya derve da çê bike."
Heta niha rêvebriya serok Trump ya rijde ku wan kes û aliyna siza bide yên ku dixwazin Îranê ji sizayên Amerîka rizgar bikin, bi rêya rêxweş kirina firotina berhemên petrol û petrokîmyayî yên Îranê li bazarên cîhanê.